MECLÎSÊN DADA CIVAKÎ YÊN REQA Û TEBQAYÊ DESTÛRA DESTHILATA ŞAMÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsên Dada Civakî yên kantonên Reqa û Tebqayê bi daxuyaniyekê reşnivîsa destûrê ya desthilata Şamê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, destûra ku desthilata Şamê ragihandiye ne li gorî gelê Sûriyê ye û rê li ber siyaseta azad, avakirina partiyên siyasî û rêxistinên sivîl digire.
Her wiha diyar kir, ti cudahî di navbera destûra nû û ya rejîma Be’isê de tune ye û ev yek dê pirsgirêkan li Sûriyê zêdetir bike.
Meclîsên Dada Civakî yên kantonên Reqa û Tebqayê di dawiya daxuyaniya xwe de teqez kirin, her destûreke ku li Sûriyê were danîn, divê berhema diyalogeke niştimanî ya berfireh be ku dabeşkirina dadmendiya desthilatê di navbera hemû herêman de garantî dike.

Share This Article