JI BER BARÎNA BERFÊ RIYÊN GUNDAN HATIBÛN GIRTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji ber barîna berfa zêde riyên bi dehan gundên aliyan ê gundewarê bajarê Girkê Lekê hatine girtin û heme bêje jiyana rojana ya xelkê wê rawestiya ye.

Ev sê roj in tîmên şaredariya gel ya bajêr jî di nav xizmetê de ne û bi hawara gundiyan ve çûn û dest bi vekirina riyan kirin.

Di çend rojên derbasbûyî, bi rbarîna berfê re, erd spî bû û dîmenekî nuwaze nîşan da.

ev dîmen li Gundên aliyan ê gundewarê bajarê Girkê Lekê ne, ji ber barîna berfa zêde riyên bi dehan gundan hatibûn girtin û jiyana rojane ya xelkê wan deveran gihaştibû asta sekinînê.

Ji bo ku berf bandorê li xelkê neke, di nava çend rojên derbasbûyî de şaredariya gel ya bajarê Girkê Legê ji bo vekirina riyan tîmên hewarçûnê amedekirin û seferberî ragihandin.

bi hatina sala nû re, barîna berfê jî dest pê kir. Her çiqas sir, seqem û sermaya wê hebû, lê sûdeke mezin li cotkaran û erdên çandiniyê kir.

Share This Article