YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD BI MERASÎMEKÊ ŞEHÎDÊN RONEMAVAN BI BÎR ANÎ

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Ragihandina Azad bi merasîmekê her du şehîdên rojnemavan Seed Ehmed û Mihemed Reşo bi bîr anî..

Malbatên her du şehîdan Êrîşên tirkiyê red kirin û soza berdewanmkirina riya şehîdan dan..

Îro Yekîtiya Ragihandina Azad bi merasîmekê 3yemîn salvegera Şehadeta rojnemevanên ku di şerê li bajarê Serêkaniyê de şehîdbibûn bi bîr anîn..

Merasima bîranînê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di merasîmê de rojnemevan, malbatên her du şehîdên rojnemevan Seed Ehmed û Mihemed Reşo, Encumena malbatên şehîdan a bajarê Qamişlo amade bûn..

Mihemed Ehmed Bavê Şehîd Sead Êrîşên Dagirkeriya Dewleta Tirk ên li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê şermezar kir û bang li tevahî cîhanê kir ku Sûcên dagirkeriya Dewleta Tirk sînordar bikin..

her wiha mistefa Reşo birayê şehîd Mihemed got ji ber ku rojnamevan her dem rastiyê radigihînin û sûcên dagirkeriyê eşkere dikin, dewleta Tirk a dagirker wan dike hedef.

di merasîma bîranînê de ji aliyê malbatên şehîdên rojnemevan Seed Ehmed û Mihemed Reşo, hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad dilyar cizîrî axaftin hatin kirin û tê de soza berdewamkirina rêya şehîdan dan.

Û Di dawiya merasîmê de gul li ser gorên şehîdan hatin danîn.

Share This Article