Forma diyalogê ya ku ji hêla Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû rêxixtinkirin, li Bajarê Reqayê bi dawî bû.
Form di bin dirûşmeya “Bi hev re em ji bo bidawîkirina tundûtûjiyê civatek demokratîk û komunal ava bikin” hate li darxistin.
Form bi beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya, tevger û rêxistinên jinan li Navenda Çandê ya kantona Reqayê pêk hat.
Di formê de, nîqaş li ser Tundûtûjiya li dijî jinan di navbera têgeh û rastiyê de û Tundûtûjiya li dijî jinan li gorî peyman û biryarên navneteweyî, hat kirin.
Forma diyalogê bi girtina hin encamnameyan bi dawî bû.
