CIWAN Û WELATIYÊN KOBANÊ BERÊ XWE DAN NEXWEŞXANEYA ÎKOR Û XWÎN BEXŞANDIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li ser banga nexweşxane û sektora bijîşkî ya bajêr, bi dehan ciwan û welatiyên Kobanê, ji bo bexşandina xwînê, berê xwe dan navendên bijîşkî.

Çend roj berê, nexweşxaneyên Kobanê ji ber hejmara birîndaran; hewcedariya xwe bi komên xwînê yên cûrbecûr ragihandin.

Bi bersiva bangawaziyê û baweriya bi prensîba seferberiya giştî, welatî, di nav de mamoste û xwendekarên zanîngeha Kobanê, berê xwe dan Nexweşxaneya Îkor û xwîn bexşandin.

Hêjayî gotinê ye ku dorpêça dijwar a li ser Kobanê bûye sedem ku sektora bijîşkî bikeve metirsiyê, di nav kêmbûna dermanan û alavên niştekariyê.

Share This Article