ÎRO LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ SALA XWENDINÊ YA NÛ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
2 Min Read

îro dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo destpêkirina sala xwendinê a 2022-2023 deriyên xwe ji xwendekaran re vekirin.

kamerya Rojava TV serdana dibistana Ceger Xwîn ya seretayî a li navçeya Amûdê kir û atmosfera roja yekem a vekirina dibistanê şopand.

îro Dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo destpêkirina sala xwendinê a 2022-2023 deriyên xwe ji xwendekaran re vekirin.

Ev der dibistana Ceger Xwîn ya seretayî a li navçeya Amûdê ye, ji demijmêr 7ê sibehê ve mamosteyan bi germahiyekê mezin xwendekarên xwe pêşwazîkirin.

Xwendekar beriya ku derbasî refên xwe bibin di demijmêr 8ê sibeha de li qada dibistanê li hev kombûn û sirûda Ey Reqîb gotin pişt re jî mamosteyan şekir li xwendekar belavkirin û ew bi yek bi yek derbasî refên wan kirin.

Di derbarê mijarê de Rêvebera dibstana Ceger Xwîn Medîna Hesen ji Rojava TV re axivî û got: ” Tevî êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê jî me îro deriyên dibistanên xwe ji bo pêşwazîkirina xwedekar vekirin”

Xwenekara dibistana Ceger Xwîn Sêlîn Mihemed wiha kêfxweşiya xwe ji bo roja yekem a vekirina dibistana xwe anî ziman.

Li gorî amarên fermî yên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê a Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 4797 dibistan li bakur û rojhilatê Sûriyê amade ne ku 860 hezar û 728 xwendekar di qonaxên xwendinê de (seretayî, amadehî û navîn) pêşwazî bike. Her wiha hejmara mamosteyên ku di dibistanên rêveberiya xweser de waneyan didin  42,187 mamoste ne .

Share This Article