Bi diruşma “Ji bo azadiyê dema pêşengtiyê ye” Yekitiya Jinên Ciwan li helebê, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Banga Aştî û Civaka Demokratîk, şevbuhêrkeke hunerî li dar xist.
Şevbuhêrek bi beşdariya jinên ciwan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê hate lidarxistin.
rêvebera Yekitiya Jinên ciwan bixêrhatina beşdaran kir û behsa girîngiya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan kir û got ji bo bidawîkirina qirkirin û şeran pêwîstî bi pêkanîna bangê heye.
Piştre koma Şehîd Delîla ya Tevgera Hîlala Zêrîn û koma Şehîd Zîlan a yekitiya Xwenedekaran stran û helbestên xwe yên li ser Rêber Abdullah Ocalan gotin û beşdaran govend gerandin.
JI BO AZADIYA RÊBER APO JINÊN CIWAN LI HELEBÊ ŞEVBUHÊRKEK LI DAR XISTIN
