RÊVEBERIYA XWESER 127 KES JI KAMPA HOLÊ ŞANDIN CIH Û WARÊN WAN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê komeke din a penaberên di kampa Holê de ber bi cih û warê wan ve şandin.

Di komê de 127 kes hene û ber bi herêmên wan ên li Reqa, Heleb û Idlibê hatin rêkirin.

Kom ji aliyê Rêveberiya xweser, Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî û Yekîneya Piştgiriya Istqrarê hate birêxistinkirin.

Di vê çarçoveyê de Rêveberê Ofîsa Kar û Barê Penaber û Koçberan a Rêveberiya xweser Şêxmûs Ehmed diyar kir ku Ev gav, di çarçoveya pabendbûna Rêveberiya Xweser bi misogeriya vegera ewle û birûmet a koçberan de pêk tê.

Share This Article