Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand wan bi hevkariya YPJ, QSDˊê û Koalîsyona Navneteweyî li kampa Holê qonaxeke din a Operasyona “Mirovî û Ewlehî” dan destpêkirin.
Hêzên Ewlekariyê da zanîn ku, armanc ji operasyonê ew e ku torên terorîst ji hev bixîne, hêmanên ku hewl didin bandora xwe ji nû ve bi cih bînin bişopîne, rêxistinên mirovî û karmendên wan biparêze.
