JINÊN CIWAN LI HESEKÊ DEST BI 5’EMÎN FESTÎVALA ŞEHÎD ZÎLAN KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Jinên Ciwan Bi boneya 29’emîn salvegera şehadeta têkoşera kurd Zîlan (Zeyneb Kinaci), 5’emîn festîvala şehîd zîlan li Hola Werzîşê ya bajarê Hesekê li dar xist.
festîval bi beşdariya endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û 9 girûpên werzîşê hat lidarxistin.
festîval bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir piştre li ser navê Ofîsa Jin a Desteya Ciwan û Werzîşê û Yekîtiya Jinên Ciwan axaftin hatin kirin.
Axêveran şehîd zîlan bi bîr anîn û behsa rola jinên ciwan di avakirina civakan de kirin.
5’emîn festîvala Şehîd Zîlan wê li ser du rojan berdewam bike û tê de çalakiyên werzîşî û hunerî werin pêşkêşkirin.

 

 

Share This Article