Di nav dilê kargeha Weqfa Jina Azad de, keçeke ciwan a 24 salî bi navê Îlham Ehmed bi riya karê destan afrîneriyê dike.
Îlham Ehmed piştî 5 salan ji xebat û westandinê, dibêje: “Hêvî û armanca min a mezin ew e ku ez karê xwe hêj bêtir berferhtir bikim û xwe pêş bixim.
Çîroka Îlhamê, çîroka vîn û serkeftina her keçeke ciwan e li Rojavayê Kurdistanê, ku nîşan dide çawa jin dikare bi keda destên xwe, aboriya xwe û çanda xwe biparêze.
Di nav dilê kargeha Weqfa Jina Azad de, keçeke ciwan a 24 salî bi navê Îlham Ehmed rûniştiye. Îlham, ku navê wê bi xwe re bûye xwedî “îlham” û afirînerî, ev 5 sal in di Beşa Karê Destan de kedê dide.
Karê Îlhamê ne tenê karê destan ê asayî ye. Ew xwedî nêrînekê ye ku jiyanê dide tiştên bêkêr. Tiştên ku li gora gelek kesan ne pêwîst in û ber bi avêtinê ve diçin, di bin tiliyên Îlhamê de veduguherin xeml û tiştên herî xweşik ji bo xemlandina malan.
Ji xemlên daliqandî yên li ser dîwaran, heya sêwiranên taybet ên ji bo derî û pencereyan, ji xemlên masan bigre, heya mîrateya herî pîroz a çanda Kurdî… Îlham, bi taybetî giranî dide parastina folklora jinên Kurd.
Îlham Ehmed piştî 5 salan ji xebat û westandinê, îro bi serbilindî li berhemên xwe dinêre. Ew dibêje: “Hêvî û armanca min a mezin ew e ku ez karê xwe hêj bêtir berferhtir bikim û xwe pêş bixim.”
Çîroka Îlhamê, çîroka vîn û serkeftina her keçeke ciwan e li Rojavayê Kurdistanê, ku nîşan dide çawa jin dikare bi keda destên xwe, aboriya xwe û çanda xwe biparêze.
