MIHRÎCANA FÎLMAN A NAVNETEWEYÎ YA ROJAVA BI XELATKIRINA 8 FILM Û 2 SENARÎST BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5’an di roja xwe ya 8’an de bi xelatkirina filmên beşdar bi dawî bû.

Di mihrîcanê de hezkiriyên huner û sînemayê, nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, derhêner û sînemagerên ji Spanya, Brîtanya, Bakurê Kurdistanê û Şamê li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxa ya Qamişlo amade bûn.

Mihrîcan bi sitranên koma Yekbar destpê kir, piştre axaftin ji aliyê Endamê Desteya Serokatiya PYD’ê Aldar Xelîl û Endamê komîteya amadekar a mîhrîcanê Derhêner Numan Yigit ve hate kirin.

Axêveran diyar kirin ku mîhrîcanê çanda gelên resen vejand û bi çîrokan karibîn rihê şoreşgerî û dengê jinan zindî bike.

Mihrîcana Fîlman a Rojava bi xelatkirina 8 filman û senaryoyek kurt û yek dirêj bi dawî bû.

Share This Article