Yekîtiya jinên êzidî ya helebê derbarê slvegera fermana şengalê de daxuyaniyek da û banga parastina kêmnetewan kir.
daxuyanî li taxa eşrefiyê bi beşdarbûna hemû endamên jin ên meclîs, saziyên sivîl, kongerstar, komîngeh û jinên êzîdiyan, hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Fermana şengalê di şexsê kêmneteweyên li sûriyê nexasim li perava sûriyê û siwêdayê dubare dibe.
Her di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku weke gelê herêmê êw ê têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo gihiştina jiyaneke bi rûmet dewam bikin.
Yekîtiya jinên êzdî bang li civaka navnetewî kir ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û kêm netewan biparêzin.
Her wiha banga darizandina çeteyên daiş û naskirina fermana şengal weke jînosîd kirin.
YEKÎTIYA JINÊN ÊZIDÎ YA HELEBÊ DERBARÊ SALVEGERA FERMANA ŞENGALÊ DAXUYANIYEK DA
