Bi hezaran Şêniyên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Cenazeyê Şehîd Fedwa Mihemed El-Kurdî ku di bombebarana komên çekdar ên Hikumeta Veguhêz de şehîd bibû, oxir kirin.
Merasîm bi beşdariya endamên Meclîsa Olî, sazî û desteyên Rêveberiya Xweser û welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hat.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endamê Melisa Olî “Şêx Omer El-Şamî” û hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Helebê “Nehla Mistefa” axivîn.
Axêveran diyar kirin ku şehîd Fedwa di nava şêniyên taxa xwe de bi dilovanî û karaktereke baş dihat nasîn, jinên her du taxan dê ji bo pêkanîna xwestekên şehîd Fedwa yên ji bo aştiyeke dadperwer a li ser bingeha rêzgirtina civakan bixebitin.
Piştî axaftinan cenazeyê şehîd Fedwa El-Kurdî li ber dengê tilîliyan spartin axê.
