Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê têkildarî dîroka Cihûyên li Qamişloyê semînerek da.
Semîner li navenda HRRK‘ê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre nivîskar Faris Osman semîner bi rêve bir.
Osman hebûna dîrokî ya Cihûyan û hatina wan a yekemîn ber bi Qamişloyê ve vegot.
Osman anî ziman ku di sala 1926‘an de malbatên yekemîn ên Cihûyan ji Nisêbîn û Zaxoya Başûrê Kurdistanê derbasî Qamişloyê bûn
Faris Osman destnîşan kir ku Cihûyan di sala 1946‘an de an ku piştî serxwebûna Sûriyeyê dibistan bi erêkirina hikumeta Sûriyeyê ya wê demê vekirin.
