Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 7 cangoriyên azadiyê oxir kirin.
Di merasîmê de ked û têkoşîna şehîdan bi minetdarî hate bibîranîn û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê hate kirin.Bi dehhezaran şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmeke girseyî cenazeyên şehîd Menîca, Bavê Teyar, Kêfo, Mizefer, Ekrem û Ebdulqadir yên ku di êrîşa li dijî Bendava Tişrînê de şehîd bibûn û şervanê QSD’ê Şehîd Xebat oxir kirin.
Girseya gel cenazeyên cangoriyên rûmet û azadiyê ji pêşiya morga şehîdan wergirtin û ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.
Li goristanê li ser navên PYD’ê, Kongreya Îslama Demokratîk, Kongra Star û Koma Serdem axaftin hatin kirin.
Axêveran ked û têkoşîna şehîdan bi minetdarî bi bîr anîn û gotina bavê Teyar ya me kefenê mirinê çirandiye berz kirin û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re piştrast kirin.
Piştî xwendina wesîqeyan, girseyê darbestên şehîdan ên pîroz hilgirtin ser milan û sipartin axê:
