MALBATÊN DÎLGIRTIYAN LI KOBANÊ DAXWAZA BERDANA ZAROKÊN XWE KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Li gorî peymana di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de diviyabû dîlgirtî bihatana berdan, lê heta niha jî bi tevahî nehatine berdan.

Di çarçoveya bangên ji bo berdana dîlgirtiyan de, malbatên dîlgirtiyan li Kobanê û Qamişlo kom bûn û daxwaza berdana dîlgirtiyan kirin.

malbatên dîlgirtiyansoz dan ku ew ê heta dawiyê xwedî li dîlgirtiyên xwe derkevin û heta ku neyên berdan dê li kolanan bin û dev ji tekoşîna xwe bernedin.

Li gorî peymana di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de diviyabû dîlgirtî bihatana berdan, lê heta niha jî bi tevahî nehatine berdan.

Di çarçoveya bangên ji bo berdana dîlgirtiyan de, Şêniyên Kobanê û malbatên dîlgirtiyan li Qada Jina Azad a bajar kom bûn daxwaza berdana dîlgirtiyan kirin.

Di xwepêşandanê de malbatên dîlgirtiyan gotin ku Ew wek malbatên şehîd û dîlgirtiyan ji bo zarokên xwe li vir in û divê demildest rewşa zarokên wan bê diyarkirin.

Her wiha soz dan ku ew ê heta dawiyê xwedî li dîlgirtiyên xwe derkevin û heta ku neyên berdan dê li kolanan bin û dev ji tekoşîna xwe bernedin.

Li bajarê Qamişlo jî Malbatên sivîl û şervanên QSD`ê ku meha Çileyê ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve dîl hatin girtin, derketin xwepêşandanê.

Malbatên dîlgirtiyan li pêşiya Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandêr li kolanên bajarê Qamişlo geriyan û li pêşiya Ofîsa Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî ya sekinîn.

Li pêşiya ofîsê bi dirûşmên “Em dîlgirtiyên xwe dixwazin” û “Em şervanên xwe dixwazin” peyam dan civata navneteweyî û aliyên têkildarî ku dîlgirtiyan zû berdin

Hêjayî gotinê ye ku Fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî bi malbatên dîlgirtiyan re civiyabû û gotibû dosyaya dîlgirtiyan û windahiyên êrişên meha Çileyê di lihevkirina 29`ê Çileyê de dozeke sereke ye.

Her wiha Ebdî anî ziman ku fermî agahî dane 1070 sivîl û şervan di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne.

Share This Article