BI KEDA DESTÊ XWE, ÇANDA KURDEWARÎ NÛJEN DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Jinên Kurd ji bo parastina nasname, ziman û gelê xwe têkoşîneke dîrokî didin meşandin.
Cîhan Abullxefûr jî bi rêya karê destê xwe armanc dike ku çanda Kurdewarî li herêmê vejîne.

Cîhan Abdullxefûr 20 sal in bê navber di her warên karê destan de dixebite.
Ew ji temenê 10 saliyê ve dema li dibistanê refa 4’an dixwend dest bi rêwitiya xwe ya di vî warî de kir û heta bi xwendina beşê hunerê zêdetir bipêşket û niha berhemên wê yek ji ya din xweşiktir û balkêştir e

Ev beşeke biçûk ji berhemên karê cîhan e. Cîhan di vê demê de jî li ser çêkirina tabloya efsaneya Kurdan ”Şahmeran” kar dike.

Cîhan Abdullxefûr ji RojavaTV re dibêje: ew bi rêya behreyên xwe armanc dike ku çanda Kurdewarî li herêmê vejîne

Cîhan Abdullxefûr anî ziman ku çiqasî ew di kêliyên çêkirina berhemên xwe de diweste, ewqasî jî berhemên wê bedew derdikevin

Cîhan Abullxefûr bi berhemên xwe beşdarî gelek fistîval û pêşangehan bûye û ya yekemîn jî derketiye .
hêviya wê ew ku di pêşrojê de berhemên hîn xweşiktir derxîne da ku di civaka herêma xwe de weke jinekê ku parêzvana çanda netewa xwe bê naskirin.

Share This Article