KAR Û XEBATÊN ŞAREDARIYA DÊRIKÊ BERDEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya gel ya bajarê Dêrikê di nava sala 2024 an de gelek pirojeyên mezin bi cih anîne û amdekariyên hin pirojeyên din jî dike.

Di nava salê de şaredariyê xebatên weke çeksazkirina riyan û pirojeyên kanalîsizyonê,bicih anîne.

şaredariyê riyên di nava bajar de çeksazkirine û di qonaxa yekem de nêzî 10 hezar metir hatiye zifitkirin û niha amadekariyên qonaxa duyemîn têkirin.

Qonaxa duyemîn wê di meha cotmehê de were destpêkirin ku ew jî li ser dirêjahiya 5000 hezar mitreyan e .

Têkildarî mijarê hevserokê şaredariya gel ya bajarê Dêrikê Ciwan Hesen Ji Rojava Tv re behsa pirojeyên ku şaredariyê bidawî kiriye dike.

Ciwan Hesen di beşeke din ya nirxandinên xwe de bal kişand ser pirojeyên kanalîsizyonê û avê yên sala 2024 an ..

Şaredariya gel ya bajarê dêrikê wê dest bi paqijkirina parkan û çeksazkirina wê bikin,ji wan jî du parkên sereke Ş Arîn û Aamed in .

Share This Article