Di saetên borî de; tevgerên hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, bi awayekî berbiçav zêde bûn.
Hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bendên axî bilind kirin û rê li ser bendên kontrolê yên hevbeş ên derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê qut kirin.
Ev tevger bûne sedema astengiya karê bendên kontrolê yên hevbeş yên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de.
Bi wê re tevliheviyek di erkên ewlehiyê de û zêdebûna hişyariya ewlekariyê, li derdora xalên hevbeş çêbûn.
