ŞÊNIYÊN TIL TEMIRÊ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ RÊBER OCALAN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi rasthatina salvegera 24’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê bi xwepêşandanekê komplo şermezar kirin..

Xwepêşandan bi amadebûna nûnerên ji partiyên siyasî, endamên civaka sivîl, saziyên Rêveberiya Xweser, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd hate li dar xistin..

Tê de daxuyaniyek ji aliyê endamê encumena Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd Ehmed ve hate xwendin û tê de hate gotin ku hevgirtina gelê herêmê bi saya Fikir û Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e..

 

Xwepêşandan bi diruşmên şermezarkirina komployê û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

Share This Article