Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê ji bo piştgiriya kesên ku ji Lubnanê derketine û hatine herêmê, hemleyeke mirovî ragihand.
Di daxuyaniya Heyva Sor a Kurd de, bang li sazî û xêrxwazan hate kirin ku tev li hemleyê bibin ji bo ku alîkariyên madî ji kesên ji Lubnanê derketine, pêşkêş bikin.
Heyva Sor anî ziman ku ew dikarin bi rêya pêşkêşkirina alîkariyan, guhertinekê di jiyana penaberên ji Lubnanê reviyane de, çêbikin.
Li gorî bernameya hemleyê, dê kamp û navend bên vekirin, da ku alîkariyên ku şêniyên herêmê bi dildarî didin, li wir werin komkirin.
HEYVA SOR A KURD JI BO PENABERÊN JI LUBNANÊ HATINE HEMLEYEKE MIROVÎ RAGIHAND
