Derbarê geşedanên dawiyê de hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif ji Rojava TV re axivî û got, ew ê ji bo Sûriyeke azad têkoşîna xwe mezintir bikin.
Her wiha Perwîn Yûsif da zanîn ku, deriyê wan yê dîyalogê li pêşiya hemû aliyan vekiriye.
Piştî desthilata zêdetirî 50 salan, Rejîma BAAS’ê ku xwe li ser qirkirin û tunekirina gelan ava kiribû, têk çû.
Piştî têkçûnê niha nîqaşên li ser Sûriya nû germtir dibin.
Derbarê mijarê de hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif got, ew ê ji bo Sûriyeke azad têkoşîna xwe mezintir bikin. Her wiha Perwîn Yûsif da zanîn ku, deriyê wan yê dîyalogê li pêşiya hemû aliyan vekiriye.
Di dawiyê de hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif bang li gelê herêmê kir ku asta têkoşîn û berxwedaniyê ji her demê mezintir bikin.
