BI BONEYA 4’Ê NÎSAN’Ê MACLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN JI BO ZAROKAN ŞAHÎ LIDARXIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Îro li bajarê Hesekê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan şahiyek ji bo zarokên şehîdan li darxist.

Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê ya li taxa Miftî ya Hesekê bi amadebûna nûnerên sazî, meclis, zarok û malbatên şehîdan pêk hat.

Di şahiyê de piştî deqeya rêzgirtinê, dayika şehîd Bengîn û Hozan, Xedîce Dawud axivî û rola şehîdan di parstina ewlehiya herêmê de vegot. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi saya wan hatine bidestxistin, da.

Keça şehîd Salar, Diljîn Mîroz û keça şehîd Xalid Zobai Oso, Lîmar Xalid Oso jî helbest li ser şehîdan xwendin.

Piştî helbestan stran hatin pêşkêşkirin. Li ber stranan govend hate gerandin.

Share This Article