RÊXISTINA SARA DAXUYANIYEK DER BARÊ KUŞTINA DU JINAN LI HELEBÊ DA

Rojava Tv
1 Min Read

 

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundûtûjiya li dijî Jinan şaxê Helebê, daxuyaniyek ji raya giştî re weşand û banga yekrêziya jinan kir.

Rêxistina Sara, diyar kir ku di di dema dawî de, jin bûne qurbaniyên adet û kevneşopiyên kevnar, qurbaniyên krîza çêkirî ya şeran û bi xwînsarî têne kuştin.

Daxuyanî li ber navenda Rêxistina Sara ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate xwendin û tê de endam û nûnerên tevger û rêxistinên jinan amade bûn.

Daxuyanî her wiha behsa sûcê ku duh li Helebê pêk hatiye kir, ku tê de du jinên ciwan hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hate vegotin ku bûyer wekî xwekuştin hatine tomar kirin, lê di rastiyê de malbatên keçan ew kuştine û bi vê xwestin rastiya xwe veşêrin

Rêxistina Sara di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû jinan kir ku li dijî hemî cûreyên tundiyê bibin yek û rêxistin û perwerdehiya xwe ya demokratîk xurt bikin, da ku civakek exlaqî ya bê tundiyê ava bibe.

Share This Article