Malbatên Şehîdan ên bajarê Amûdê hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re şermezar kirin û gotin, dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîlayên azadiyê têk çûye.
Her wiha malbatên şehîdan dan zanîn ku, ew ê li hember xiyanetê têbikoşin û planên PDK’ê deşîfre bikin.
Di demekê de ku gelê Kurd bi pêşengiya Gerîlayên azadiya Kurdistanê destkeftiyên dîrokî bi dest dixe, PDK’ê xeta xiyanetê hilbijartiye û li dijî doza gelê Kurd dixebite.
Di van demên dawiyê de, dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê piraniya axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û jiyan li welatiyan kiriye dojeh.
Malbatên Şehîdan ên bajarê Amûdê hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re şermezar kirin û gotin, dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîlayên azadiyê têk çûye.
Her wiha malbatên şehîdan dan zanîn ku, ew ê li hember xiyanetê têbikoşin û planên PDK’ê deşîfre bikin.
PDK’ê ji bo têkbirina destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê, sîxûr û ajanan dişîne Rojavayê Kurdistanê, da ku pêşengan hedef bigre û rê li pêşiya geşkirina statuya Rêveberiya Xweser bigre.
