BI RIZGARKIRINA REQAYÊ RE, JIN AZAD BÛ Û MAFÊN XWE BI DEST XISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Îro 5’emîn salvegera rizgarkirina Reqayê ye. Di 5 salên piştî rizgarkirinê de, jinê gavên mezin û pîroz avêtin.

Rêveberên Buroya Parastinê ya Reqayê jin got jin di warê parastina ewlehiya bajar de, xwedî roleke bingehîne.

Di dema dagirkirina Reqayê de jin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê rastî hemû cûreyên tundî, zulm û destdirêjiyê dihat û ji mafên xwe bêpar dima.

Piştî rizgarkirina bajar, jin ji tarîtiyê azad bû, beşdarî hemû qadên xebatê bû û pêşengî kir.

Têkildarî mijarê Rêvebera Buroya Parastinê ya Reqayê Letîfa Ehmed got jin di warê parastina ewlehiya bajar de, xwedî roleke bingehîne.

Cîgira Serokatiya Buroya Parastinê Ya Reqayê Semîra El-Ehmed rizgarkirina bajarê Reqayê li malbat û zarokên şehîdan pîroz kir.

Di 20’ê cotmeha 2017’an de hêzên QSD’ê rizgarkirina bajarê Reqayê ji tarîtiya DAIŞ’ê ragihand.

Share This Article