Doh partiyên siyasî ji bo nirxandina rêbazên xurtkirina yekîtiya Kurdan li baregeha Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya li bajarê Qamişlo civînek li darxist.
Beşdarên civînê diyar kirin ku civîn li ser daxwaza şandeya Kurdî ya ku piştî konferansa 26`ê Nîsana 2025`an hatî damezrandin, hatiye lidarxistin.
Her wiha anîn ziman ku armanca civînê nirxandina xebat û karên şandeya hevbeş a Kurdî di sala borî de, destnîşankirina kêmasî û nebûna bernameyek zelal bû.
