KOORDÎNSYONA JIN A RÊVEBERIYA XWESER CIVÎNA XWE YA MEHANE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Koordînsyona jin a Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya mehane li dar xist.

Civîn bi beşdariya endamên Koordînsyona jin yên deste û Ofîsan li avahiya Meclîsa cîbcîkar a li kantona Reqayê hat lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre peyama rêber Apo ya ku di 8′ adarê de ji bo jinan hatibû şandin hat xwendin.

Her wiha rewşa siyasî û rêxistinî ji aliyê hevseroka Girînendeya têkiliyên derve ya rêveberiya xweser Îlham Ehmed ve hat nîqaşkirin.

di dawiya civînê de plan ji bo pêşxistina karên pêşerojê hatin danîn.

Share This Article