Şêniyên navçeya Amûdê ji bo bîranîna şehîdên şewata Sînema Amûdê di salvegera 63`yan de çalakiyek lidarxistin.
Çalakî li Navena Çand û Hunerê ya Hûrî ya navçeyê bi beşdariya saziyên herêmê , rewşenbîr ,nivîskar û şahidên şewata sînema û malbatên qurbaniyan hate li dar xistin.
di çalakiyê de Mihemed Emînê ku yek ji kesên ji Agirê Sînemê rizgar bibû, detayên bûyerê ji beşdaran vegotin.
nivîskar Beşîr Mele Newaf jî bi navê malbatên şehîdên komkujiyê, helbestek xwend.
Di merasîmê de Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyaniyek dan û tê de soza berdewamkirina têkoşînê li hemberî hemû êrîş û planan dan.
ŞEHÎDÊN ŞEWATA SÎNEMA AMÛDÊ HATIN BI BÎRANÎN
