FESTÎVALA ŞEHÎD BAWER AGIR DI ROJA 3’YEMÎN DE LI KOBANÊ BERDEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

6’emîn Festîvala Şehîd Bawer a çand, huner û werzîşê di roja xwe ya sêyemîn de li bajarê Kobanê berdewam dike.

Duh di roja duyemîn a festîvalê de du matçên cuda yên fotbolê di navbera tîmên Kobanê û Serdemê de hatin lidarxistin.

Piştre tevgera ciwanên şoreşger ya Kobanê toraneke leşkerî li dar xistin û tê de hunerên şer nimayiş kirin.

Festîvala şehîd Bawer Agir ya îsal bi diruşmeya ‘Bi hêvî û baweriya şehîdan, aştî û civaka demokratîk, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike’ roja 9’ê Comtehê bi vekirina lîstikgehê dest pê kir.

Di festîvalê de çalakiyên cuda cuda tên lidarxistin û rastî eleqeyeke xurt ya civakê tê.

Share This Article