Partiyên Siyasî û Desteya Tendirûstiyê yên Kantona Firatê daxuyanî ji bo êrîşên Komên çekdar ên Hikumeta demikî li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, dan.
Partiyên siyasî yên bajarê Reqayê di daxuyaniya xwe de ev êrîş bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku di encama nepabendîbûna bi peyamana 1’ê nîsanê re gelek şehîd û birîndar çêbûn.
Partiyan bang li rayedarên peywendîdar kirin ku berpirsiyariyên xwe di parastina sivîlan, bidawîkirina êşa gel de û serî li diyalogê wekî çareseriya yekane ya krîzê bidin.
Ji aliyê xwe ve Desteya Tendirûstî ya bajarê Kobanê jî di daxuyaniya xwe de got ku berdewamiya vê rêbaza leşkerî ya li ser terorîzekirin û hedefgirtina sivîlan dê bibe sedema rewşek mirovî ya dijwar.
Desteya Tendirûstî banga lêpirsîneke navneteweyî ku li dijî sivîlan, karmendên bijîşkî û nexweşxaneyan hatine kirin û kesên berpirsiyar bên hesab kirin.
Daxuyanî bi siloganên “bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.
