KOÇBERÊN EFRÎNÊ BI XWEPÊŞANDANEKÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi hezaran koçberên Efrînê û xelkên Şehbayê tevî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan û êrîşa hovane ya li dijî bajarê Til Rifat û tevahî herêma Bakur û Rojhilat Sûriyê şermezar kirin.

Xwepêşandan li ser rêya nêzî gundê Kefir Garis dest pê kir û li ber navenda Desteya Rêveberiya xwecihî veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat girtin, piştre li ser navê rêveberiya Kantona Efrîn û Şehbayê axaftin hate kirin û tê de tekezî li ser bilindkirina berxwedanê hat kirin.

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Til Rifet”, “Na ji xiyanetê re ”, “Na ji kuştina sivîlan re” bi dawî bû.

Share This Article