Rayedarên jin ên Rêveberiya Xweser tecrîda li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin û gotin, bi saya felsefe û ramanên Rêber Ocalan jinan xwe azad kirin.
Her wiha gotin, felsefeya Ocalan di bîr û baweriya jinan de zindî ye.
Herçend e ev 24 sal in Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke girankirî de ye û dewleta Tirk dixwaze dengê wî qut bike.
Lê raman û felsefeya Ocalan dîwarê zindanê şkand û tovên azadiyê di dilê gelê Kurd û bindestan de çand.
Tovên azadiyê xwe gihande bakur û rojhilatê Sûriyê û bi taybet bindestiya li dijî jinan têkşikand.
Têkildarî mijarê rayedarên jin ên Rêveberiya Xweser gotin, jinên bakur û rojhilatê Sûriyê bi saya fikrê Ocalan xwe azad kirin.
Her wiha rayedaran tekez kirin ku felsefeya Rêber Ocalan di bîr û baweriya wan de zindî ye.
15’ê sibata 1999’an dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya gelek welatên zilhêz Rêber Abdullah Ocalan, li Kînyayê dîl girtin û niha di tecrîdeke giran de digirin.
