QURBANIYÊN KOMKUJIYA HELEBCEYÊ LI KOBANÊ HATIN BI BÎR ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Xelkên bajarê Kobanê ji bo bîranîna qurbaniyên Helebceyê 5 deqeyên rêzgirtinê sekinîn.

Bi dehan ji xelkên bajarê Kobanê, Endamên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn.

Beşdaran ji bo bîranîna Şehîdên komkujiya Helebçayê heya 5 deqeyan rêzgirtin sekinîn.

Di 16’ê Adara 1988’an rejîma Sedam Huseyîn bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî bombebaran kir û komkujî kir. Di encamê de zêdetirî 5 hezar kes bûne qurbanî.

Share This Article