BERTEKÊN LI HEMBERÎ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO BI HÊRSTIR DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

Dewleta tirk a faşîst 25 sal in tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferzkiriye û ev 39 mehin Rêbertî ji mafê hevdîtinê bê par hiştiye.

Di heftiyê 2 caran malbat û parêzerên wê ji bo pêkanîna hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin, lê rê nayê dayî ku hevdîtinê bi rêber Apo re bikin.

Endama Akedîmiya zanista civaka demokratîk Şêrîn Hesen, tecrîda mutleq a ji zêdetirî 3 salan ve li dijî Rêber Apo ji hêla desthilata tirk ve hatiye ferzkirin, şermezar kir û got:” faşîsta tirk dixwaze gel ji fikrê Rêbertî qutbike, lewma ewqasî tecrîdê giran dikin.

Şêrîn Hesen di beşeke din a axaftinên xwe de dan zanîn ku, divê civak û taybet jin xwe li ser fikir û projeya Rêber Apo bi rêxistinbûyên bikin.

Gelên azadîxwaz ku bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirine li her çar aliyên kurdistan û cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî di nava tevgerê de ne û asta têkoşîn û berxwedanê berz û belav dikin.

Share This Article