Êzidiyên Efrînê yên ku ji Hecê vegeriyan, ji aliyê Yekîtiya Êzidiyan ve li Şehbayê bi merasîmekê hatin pêşwazîkirin.
Êzidiyên Efrîna dagirkirî ji bo pêkanîna heca xwe, çûbûn Laleşa Nûranî.
Piştî temambûna rêûresman, Êzidî vegeriyan Şehbayê û bi merasîmekê ji aliyê Yekîtiya Êzidiyan ve hatin pêşwazîkirin.
Êzidiyan hêvî kirin ku ev bone bibe navgîna belavbûna aramî û aştiyê.
