ÊRÎŞA YEKEM YA DEWLETA TIRK LI DIJÎ ROJAVA; ÇIYAYÊ QEREÇOX

Rojava Tv
2 Min Read

Şahid û malbatên Şehîdên çiyayê Qereçoxê ji Rojava Tv re axivî û behsa wan kêliyên bi êş kirin.

Axêveran tekez kirin ku ev komkujî tu carî vîna wan û ji bo azadî û demokrasiyê kêm nekirinye û her dem ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan asta têkoşînê xwe bilind kirin.9 sal li ser komkujiya çiyayên Qerçoxê re derbas dibe.

Di 25’ê Nîsana 2017’an de dewleta Tirk a dagirker yekem êrîş li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk anî û bi dijwarî êrîşî Qereçoxa girêdayî bajarê Dêrikê kir.

Di seat 2 û deh deqên êvarî de dewleta Tirk bi riya bi dehan balfirên şer êrîşî çiyayê qerçoxê kir û komkujî pêk anîn. Ku di encamê de 20 şervanên YPG’ê û YPJ’ê şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn.

Derbarê vê bîranîna xemgîn de şahidên bê bûyerê û malbatên şehîdan ji Rojava Tv re besa êşa vê rojê kirin.

Hisên Şeref ku yek ji şahidên bûyera çiyayê qerçoxê ye axivî û got ku ev bûyer ji bo wî weke roja reş bû.

Li aliyekî din jî birayê şehîd Rêwan, Fermez Hesen ku di komkujiya Qereçoxê de şehîd bû da xuyakirin ku ev komkujiya li dijî gelê me pêk anî, tu carî vîna me neşkenand û hêza me ya têkoşînê xurtir kir.

Komkjiya Qerçoxê ku di dilê her kurdekî de birîn vekirink, êş û azar çêkirin, Lê bû sedem ku têkoşîna gelê Kurd her û her xurt bibe û gelek destkeftiyên mezin bi dest bixin.

Share This Article