ŞAREDARIYA ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ ÇERXERÊYA “ŞEHÎDÊN ŞOREŞÊ” VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê û rûmetê çerxerêya “Şehîdên Şoreşê” li taxa Eşrefiye vekir.

Nûnerên partiyan, saziyên civaka sivîl, meclisên rêveber, komîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şênî tev li merasîma vekirinê bûn.

Di merasîmê de daxuyaniya vekirina çerxereyê bi zimanên erebî û kurdî ji aliyê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve hat xwendin.

Di dauxyaniyê de hate diyarkirin ku çerxerê, ne tenê projeyeke xizmetguzariyê ye lê belê bîra têkoşîna li dijî zordestiyê û wefedariya fedekariyên şehîdan, rave dike.

Hevserokê Meclisa Giştî ya her du taxan, Nûrî Şêxo jî got: “hevkariya gel, sira biserketina projeyên xizmetguzariyê ye. Şaredarî ne tenê her du taxan bedew dike lê belê dîrokê û têkoşîna civakê nîşan dide û diparêze.”

Di dawiya merasîmê de çerxerê ji aliyê dayîka şehîd Dilşêr Hiso, Xalîde Hiso ve hate vekirin.

Share This Article