Bi sedan welatiyên Qamişlo cenazeyê kesayeta netewî “Hayik Bavê Şelal” Bi merasîmeke bi heybet, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo oxir kirin.
Di merasîma oxirkirinê de, bi sedan şêniyên bajêr, malbatên şehîdan, saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan beşdar bûn.
Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM û Kongira Îslama Demokratîk axaftin hat kirin û amaje bi rola kesayeta netewî “Hayik Bavê Şelal” ji destpêka Şoreşa Rojava heta roja îro ve hat kirin .
Di dawiya de, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin, cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayîkan de hat oxir kirin.
