LI REQAYÊ BI BONEYA 4’Ê NÎSANÊ ŞAHIYEK JI ZAROKÊN ŞEHÎDAN HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li Reqayê şahiyek ji bo zarokên şehîdan hat li dar xistin.

Desteya Malbatên Şehîdan û Birîndarên Şer bi hevkariya Ofîsa Hêzên Sûriya Demokratîk şahî li dar xistin.

Şahî bi beşdarî xelkên herêmê, saziyên sivîl, partiyên siyasî û zarokên şehîdan hat dest pê kirin.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin û rola şehîdan ya di avakirina civakeke demokratîk de hate vegotin.

Piştî axaftinan, stran hatin gotin û dîlan hate gerandin.

Şahî bi pêşkêşkirina diyariyan ji zarokên Şehîdan re, bi dawî bû.

Share This Article