Welatiyên Kantona Dêrazorê bi şahiyekê 8’ê Adarê pîroz kirin.
Şahî bi beşdariya bi sedan welatiyên dêrazorê, endamên saziyan, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), nûnerên ji meclisên xwecihî, komîteyên jinan û meclisa malbatên şehîdan hat lidarxistin.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û tê de behsa keda jinan ya di civak û rola wan ya di rêveberiya xweser de hat kirin.
Di şahiyê de şano, helbestan û stran ji hêla koma Zêrîn û koma Vejandina Mîrasa Ereb ve hatin pêşkêşkirin.
Şahî bi gerandina dîlanan, belavkirina şêranî û xurmeyan bi dawî bû.
LI DÊRAZORÊ 8’Ê ADARÊ BI ŞAHIYEKÊ HAT PÎROZKIRIN
