Encumena Werzîşê ya Herêma Cizîrê, bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl, li bajarê Qamişlo 2 lîstikgehên mezin ava dike.
Li gorî Encumena Werzîşê rûbera her lîstikgehê 1500 metro çargoşe ye û armanca wan pêşxistina behreyên ciwanan e.
Encumena Werzîşê ya Herêma Cizîrê, bi hevkariya rêxistinên civaka sivîl, 2 lîstikgehên mezin li bajarê Qamişlo ava dike.
Li gorî Encumena Werzîşê armanca wan ji avakirina lîstikgehên weha ew e ku qada spor xurt bikin û derfetên pêşxistinê li pêşiya hezkiriyên çalakiyên werzîşî zêde bikin.
Rûbera her lîstikgehê 1500 metro çargoşe ye û li gorî pîvanên standart ên navdewletî tê avakirin.
Li gorî Encumena Werzîşê ji bo sala nû jî ew ê li gelek bajaran, projeyên cihêreng cî bi cî bikin.
Li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, desteyên ciwan û werzîşê yên Rêveberiya Xweser bi awayekî berdewam dixebitin û sektora werzîşê xurt dikin.
