DÎLGIRTIYEKÎ SERBESTBERDAYÎ BEHSA KIRYARÊN DI ZINDANÊ DE DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Ismail Şêxmûs yek ji şervanên di 17’ê çileya 2026’an de li Dêr Hafir li ser destê komên ser bi Hikumeta Demkî ya Sûriyê ve hatibû dîlgirtin û di koma 3’emîn ya pevguhertina Dîlgitiyan de hate serbest berdan ji Rojava Tv re behsa dîlgirtina xwe û kiryarên ku di zindanê de li wan dihat kirin, kir.

Ismail Şêxmûs destnîşan kir kir ku rastiya li ser erdê bi tevahî berevajî sozên ku hatibûn dayîn e.

Ismail Şêxmûs yek ji şervanê ku axa welatê xwe li dijî gefan diparast di 17’ê çileya 2026’an de li Dêr Hafir li ser destê komên ser bi Hikumeta Demkî ya Sûriyê ve hatibû dîlgirtin, di koma 3’emîn ya pevguhertina Dîlgitiyan de hate serbest berdan.

Îsmaîl dibêje ku Hikûmeta Demkî ew xapand û sozên xwe yên di peymana 29ê Çileyê de bi cih neaniye. Her wiha destnîşan kir kir ku rastiya li ser erdê bi tevahî berevajî sozên ku hatibûn dayîn e.

Îsmaîlê Serbestberdayî ji Rojava Tv re diyar kir ku bi sedan ji şervanê QSD’ê hatin girtin û rastî muameleyeke pir dijwar hatin.

Dayika Ismaîl Helîma Nebî, dibêje ku sê meh kêm du roj mîna sê salan ji êş û tenêtiyê bû.

Selîma Mehmûd dayike şervanekî dîlgirtiya hatiye gel Ismail û pirsa kurê xwe yê ku 3 mehe agahî jê tune ye dike û hêvî dike ku çarenûsa tevahî şervana were zelal kirin.

Malbatên dîlgirtiyan bi awayekî rojane derdikevin xwepêşendana û daxwaza çarenûsa tevahî şervanên xwe dikin ku di demeke nêz de rewşa wan were zelal kirin.

Share This Article