INSIYATÎFA GEL A CIZÎRÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ XWEPÊŞANDAN LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read
INSIYATÎFA GEL A CIZÎRÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ XWEPÊŞANDAN LIDARXISTIN

Insiyatîfa Gel a herêma Cizîrê îro ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandanek li bajarê Qamişlo lidarxist.
Xwepêşandana Insiyatîfa Gel a herêma li ber avahiya UN ya li Qamişlo hat li darxistin.
Di xwepêşandanê de pankertên wek: Na ji êrîşên dewleta Tirk re hatin hildan.
Xwepêşandan bi axaftinan dest pê kir. Di axaftinan de daxwaz ji NY hat kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabe.
Di Xwepêşandanê de hat diyarkirin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrîşan mezintirin û wê tevahî planên dagirkeran bişkînin.
Piştî axaftinan şandeyek ji Insiyatîfa Gel derbasî avahiya UN bûn û nameyên xwe radestî wan kirin.

Share This Article