ENCUMENA JIN A PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJ LI REQAYÊ REWŞA JINÊ DI KIRÎZA SÛRIYÊ DE NÎQAŞ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Encumena jin a Partiya Sûriya Pêşeroj ji bo nîqaşkirina têkoşîn, destkeftî û zehmetiyên ku jinan di kirîza Sûriyê de jiyan kiriye, komcivînek libajarê Reqayê lidarxist.

Komcivîn bi bi dirûşma” Bi hev re em demokrasiya femînîst li Sûriyê xurt bikin” Û bi beşdariya hejmarek ji jinên Nivîsgeh, Encumen û desteyên jinan ên bakur û rojhilatê sûriyê hate lidarxistin.

Komcivîn li ser du beşan hate birêvebirin. Di beşa yekem de rewşa jin beriya Şoreşê û piştî şoreşê ji aliyê Berdevka Encumena Idliba kesk Meysûn Mihemed ve hate nirxandin.

Piştre sînevizyonek ku tê de zehmetiyên xelkên Idlibê di kirîza Sûriyê de vedibêje, hate pêşandan.

Di beşa duyem a komcivînê de rewşa jin di nava civakê de hate nirxandin.

Share This Article