TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN LI HESEKÊ BI ÇALAKIYEKE HUNERÎ PIŞTGIRIYA YPJ’Ê KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya YPJ’ê de, Tevgera Hîlala Zêrîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê, çalakiyeke hunerî li dar xist.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre şanoyên bi navê” agir û Çirûsk” û “Tolholdana Keziyan” ku lehengiyan Şehîd Arîn Mîrkan û Denîz temsîl dike ji aliyê koma şehîd Dêrsim ve hatin pêşkêşkirin.

Piştî şanoyan, pêşangeh hate vekirin ku tê de wêneyên YPJˊê ji destpêka şoreşê û ta niha hatin pêşkêşkirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ev demeke, rêzeçalakiyên cur be cur ji bo piştgriya YPJˊê li seranserî cîhanê tên li darxistin.

Share This Article