Şêx Murşid El Xeznewî têkldarî geşedanên dawî yên li Sûriyê û yekrêziya partiyên siyasî yên Kurdî,li Qamişlo semînerek da.
El Xeznewî got, “Pêwîst e hest, hewldan û piştgiriya gelê me ji bo vê tifaqiya ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye be”.
ElXeznewî destnîşan kir ku piştî 8’ê Kanûna 2024ˋan li Sûriyê guhertinên nû çêbûne, lê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji zû ve rêveberî hatiye avakirin.
El Xeznewî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di rojên îro de dîroka sedsala nû tê nivîsandin û got “Di nexşeya sedsala nû de yan wê Kurd hebin, an jî wê nebin.”
Şêx Murşid El Xeznewî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e hest, hewldan û piştgiriya gelê Kurd ji bo vê tifaqiya ku Mezlûm Ebdî bi pêş xistiye be.
