Meclisa Kongra Star a Kantona Firatê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê civînek li navenda Çand û Hunerî ya Baqî Xido ya Kobanê li dar xist.
Bi dehan endamên sazî û dezgehên Rêbeveberiya Xweser û malbatên şehîdan beşdarî salvegera 4`emîn a bîranîna şehîdên komkujiya gundê Helincê ya bajarê Kobenê bûn.
di civînê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku Dewleta Tirk ji hêz û vîna jinê hedef digre.
her wiha hate destnîşankirin ku Berxwedana ku di Kobanê de hate kirin ji cîhanê tev de re bû mînak û di dîrokê de bi tîpên zêrîn hate nivîsandin.
Di dawiyê de sinevizyonek li ser berxwedana her sê şehîdan hate pêşandan û mûm li ber wêneyên wan hatin vêxistin.
Civîn bi dirûşma” Jin Jiyan Azadî “bi dawî bû.
