Endamê Desteya Serokatiya PYD’ê Aldar Xelîl di sibeha cejnê de serana goristana Şehîd Delîl Saroxan kir, li wê dever ROJAVA TV hevdîtinek pêre kir.
Aldar Xelîl da xuyakirin ku destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bi destxistin dê mayînde bimîne û kesên ku hesab dikin ku bi êrîşan re destkeftî têk çûn wê hesabên wan berovajî derkevin.
Aldar Xelîl destnîşan kir ku wê di demeke nê de mizgîniyên mezin ji gelê xwe re ragihînin.
